Li Rojhilatê Kurdistanê erdhejek pêkhat
Îro 22.07.2024ê erdhejekî bi hêza 4.4 li sînorê bajarokê Dalaho ya ser bi parêzgeha Kirmaşan a Rojhilatê Kurdistanê pêkhat.
Li gor Saziya Jeofîzîk a ser bi Zanîngeha Tehranê belav kiriye, navenda erdhejê Dalaho ya ser bi Kirmaşanê bûye û erdhej 6 kîlometreyan di kûrayiya erdê de bûye û xelkê parêzgehê hest bi erdhejê kirine.
Çapemeniya Îranê belav kir ku erdhej bi hêza 4.4 bûye, lê heta naha derbarê ziyanên erdhejê de ti agahî nehatine belav kirin.
