• Friday, 13 February 2026
logo

Aliyên Kurdî li Kerkûkê daxuyaniyeke hevbeş dan

Aliyên Kurdî li Kerkûkê daxuyaniyeke hevbeş dan

Dibêjin postê Walîtiya Kerkûkê mafê Kurde.

Duhê part û aliyên siyasî yên Kurdî li Kerkûkê derbarê ava kirina hikûmeta xwecîhî ya li Kerkûkê civîneke hevbeş lidar xistin.

Piştî civînê jî aliyên beşdar bihevre beşdarî di konferanseke çepameniyê de kirin û ragihandin ku, postê Walîtiya Kerkûkê mafê Kurde û lazime Kurdek bibe Waliyê Kerkûkê.

Ji aliyê xwe ve Berpirsê liqa 3 ya PDK li Kerkûkê Mihemed Kemal jî ragihand ku, lazime aliyên Kurdî diyaloga xwe bidomînin û bilez hikûmeta xwecîhî ya Kerkûkê ava bikin.

Top