• Friday, 13 February 2026
logo

Îro li Sûriyeyê hilbijartinên parlamentoyê tên lidarxistin

Îro li Sûriyeyê hilbijartinên parlamentoyê tên lidarxistin

Îro li Sûriyeyê hilbijartinên Parlamentoya Sûriyeyê tên lidarxistin.

Navendên dengdanê yên hilbijartinên Parlamantoya Sûriyê li ber dengderan hatin vekirin.

Dengdan li gorî dema herêmî saet 07:00an dest pê kir û dê heta 19:00an berdewam bike.

Komîteya Dadwerî ya Bilind a Hilbijartinan a Sûriyeyê dikare heta 5 demjimêran dema dengdanê dirêj bike.

Di hilbijartinan de ji bo dengdanê 8 hezar û 151 navendên dengdanê hatine hatine vekirin

Parlamentoya Sûriyeyê ji 2050 kursiyan pêk tê.

Ji bo parlamenteriyê hezar û 561 namzed rikaberiyê dike.

Li Rojavayê Kurdistanê, aliyên siyasî yên Rêveberiya Xweser û Encûmena Niştimanî ya Kurd hilbijartin boykot kirine.

Lê belî dengdan li her du çargoşeyên ewlehiyê yên her du bajarên Hesekê û Qamişloyê tên kirin.


Îro hilbijartinên Parlamentoya Sûriyeyê tên lidarxistin

Hisên Omer: Hilbijartin ti guherîn di rewşa Sûriyeyê de nake pic.twitter.com/osn0oAfqJO

 

Rudaw

Top