Lîla Kozmetîk: Em dixwazin bazirganiya xwe li Herêma Kurdistanê bi pêş bixin
Xwediyê Kompanyaya Lîla Kozmetîkê Mehmet Cansiz diyar kir ku ew dixwazin bazirganiya xwe li Îraqê bi taybetî li Herêma Kurdistanê bi pêş bixin
5emîn Festîvala Kozmetîkê ya Lîlayê li bajarê Antalyayê hat lidarxistin
Kompanyaya Lîla Kozmetîkê ku navenda wê li Amedê ye, ev 5 sal in festîvala kozmetîkê li dar dixe.
Festîvalê 3 rojan berdewam kir. Ji 21 welatan 200 kompanyayên kozmetîkê beşdarî festîvalê bûn.
Ji Îraq û Herêma Kurdistanê jî zêdetirî 20 kompanyayên kozmetîkê di festîvalê de amade bûn.
Di festîvalê de beşa herî rengîn û bi kelecan jî pêşbirka çêkirina porê bûkan a herî bedew bû.
Di pêşbirka çêkirina porê bûkan de Îraq ji nava 8 welatan bû welatê yekem û xelat wergirt.
Xwediyê Lîla Kozmetîkê karsazê Kurd Mehmet Cansiz derbarê lidarxistina festîvalê û bipêşxistina bazgirganiyê ya li Herêma Kurdistanê û Îraqê ji Rûdawê re axivî.
“Herî zêde bazirganiya me bi Îraq û Herêma Kurdistan re çêdibe”
Mehmet Cansiz got, “Em wekî Lîla Kozmetîkê ev 21 sal in boyaxa poran çêdikin.
Herî zêde bazirganiya me bi Îraq û Herêma Kurdistan re çêdibe.
Îsal ji 21 welatan mêvanên me hene."
“Ji Îraq û Herêma Kurdistanê 20 kompanya beşdar bûn”
Midûrê Hinartinê ya Kompanyaya Lîlayê Izedîn Xidir jî behsa wan kompanyayên ku beşdarî festîvalê bûne kir û wiha got:
“Festîvala me ya îsal ji ber 21 saliya Lîlayê gelekî taybet bû.
Derdora 500 mêvanî hatin festîvalê. Bi taybetî jî ji Herêma Kurdistan û Îraqê zêdeyî 20 kompanya beşdar bûne.”
Karsazê ku di warê kozmetîkê de kar dike yê ji Herêma Kurdistanê Serbest Omer jî beşdarî festîvalê bûye.
Serbest Omer da zanîn ku hatina wan ji bo nasandina Kurdistanê gelekî girîng e.
Bernameya festîvalê bi 3 zimanan bi zimanê Tirkî, Îngîlîzî û Rûsî hat pêşkêşkirin.
Di festîvalê de beşa herî rengîn û bi kelecan jî pêşbirka çêkirina porê bûkan a herî bedew bû.
Ji 8 welatan 8 kuafor beşdar bûn. Îraq bû welatê yekem û xelat wergirt.
“Em dê wan pêşketinan bibin Bexdayê”
Serokê Sendîkaya Kuaforên Îraqê Selîm Ebdulhesen Mehdî li ser festival got:
“Kompanya berhemên xwe pêşkêş dikin û wan şîrove dikin.
Em jî wekî Sendîkaya Kuaforên Îraqê li vir in û em dê wan pêşketinan bibin Bexdayê.”
Kuafora Îraqî ya xelatgirtî Raşel Faysalê ji piştî girtina xelatê got:
“Spas ji bo we ku hûn jî bi me re ne.
Spas ji bo Bavê Hazim ku ez jî daxilî nava tîmê kirim û gelekî spas ji Lîla Kozmetîkê ku ev festival li dar xistiye.”
Berpirsa Kompanyayeke ji Gurcistanê Miya Zaxutê jî ji Rûdawê re got:
"Ez ji vê festîvalê pir kêfxweş im. Em ji bo Festîvala Lîlayê ji Gurcistanê hatin.
Gelekî xweş derbas dibe. Performansa hunermendan pir xweş e."
Fabrîqeya herî mezin a çêkirina boyaxa poran li Amedê ye
Li Ewropayê fabrîqeya herî mezin a çêkirina boyaxa poran Lîla Kozmetîk e û li Amedê ye.
Lîla Kozmetîk ji sedî 48ê îxracata boyaxa poran a Tirkiyeyê pêk tîne û hinardeyî 55 welatên cîhanê dike.
Rudaw
