Fistefala Zebeşê Diyarbekirê hat lidarxistin
Li Diyarbekir Mîhrîcana Zebeşan hat lidarxistin, di mîhrîcanê de pêşbaziyên rengîn jî hatin li darxistin ku îsal pêşbaziya zebeşê herî giran de zebeşê 47 kîlo û 900 giram, bû yekem. Beşdarên Mîhrîcanê amaje kirin ku Zebeşê Diyarbekirê sûdek girîng dide danasîna Diyarbekirê û ji ber vê yekê jî divê piştgiriyek bo hilberînerên zebeşan were dayîn.
Li Diyarbekirê ji aliyê Gerînendehiya Daristan û Çandiniyê ya Diyarbekirê ve Mîhrîcana Zebeşên Diyarbekir ya 16. hat li darxistin. Di mîhrîcanê de kurte konsertek a muzîkê hat pêşkêşkirin û bi beşdariya zarokan û hilberînerên zebeşan pêşbazî birêve çûn û dîmenên rengîn derketin holê. Amadekarên Mîhrîcanê bal kêşandin ku Zebeşê Diyarbekirê hem bo qada çandiniya Diyarbekirê hem jî bo qada geştiyariya Diyarbekirê xwedî cihek girîng e û hewil didin di vê çarçoveyê de bêhtîr sûdê ji zebeşê Diyarbekirê wergirin.
Gerînendeyê Çandinî û Daristanan ê Diyarbekirê Adil Alan ji K24ê re got: “Dema mirov dibêjin zebeş, Zebeşê Diyarbekirê tê bîra mirov, zebeş bi kedeke hêja û zehmet tên gihandin û ji ber wê jî heta ji me tê em piştgirî didin hilberînaran û hewl didin tovê zebeşê Diyarbekir biparêzin. Li gel saziyên sivîl xebatên me berdewam in.”
Di Mîhrîcana Zebeşê Diyarbekirê de pêşbaziya ku herî zêde dihat meraqkirin pêşbaziya zebeşê herî giran bu ku taybetmendiyek a zebeşê Diyarbekirê jî giranî û mezinbûna wê ye ku îsal zebeşê bûyî yekem 47 kîlo û 900 giram bû. Beşdarên pêşbaziyê amaje kirin ku wan bi kedeke mezin zebeşên xwe bo pêşbaziyê amade kirin.
Yekemê pêşbaziyê Adil Aydin got: “Taybetmendiya zebeşê Diyarbekirê tovê wê ye, erdê wê ye rêbaza gihandina wê ye û her wiha camêrî û heskirina xelkê Amedê ye.”
Duyema pêşbaziyê Îkram Atli dibêje: “Me serma û baranê de di biharê de tov kir nava kîs û paşê dema mezin bû me kir binê erdê û bi naylonê nixumand û bi tavrikê rêkûpêk kir û wek zarokekê min lê nihêrî û bi her tiştê wê re ez eleqeder bûm.”
Sala borî girêdayî hişkesaliyê, zebeşê herî giran 39 kîlo û 300 giram bû ku îsal zebeşê yekem 47 kîlo û 900 xiram e û zebeşê Diyarbekirê vedigere rewşa xwe ya berê.
K24
