Li ser biryara Mesrûr Barzanî, projeya bajarê Pîşesaziyê ya Helebce tê bicihanîn
Li ser razîbûn û biryara Serokwezîrê Herêma Kurdistanê, projeya bajarê pîşesaziyê yê Helebceyê li ser rûberê 400 donemên erdê tê bicihanîn.
Berdevkê Desteya Weberhênanê ya Herêma Kurdistanê Bergeşt Akreyî ji K24ê re ragehand, “Di çarçoceya giringîpêdan û pêşxistina kertê pîşesaziyê de, Serokwezîr Mesrûr Barzanî 400 donemên erdî ji bo çêkirina bajarê pîşesaziyê y li Helebceyê terxan kirin, ku ew bajar zêdetirî sê kîlometr û nîvan ji navenda Helebce dûr e”.
Berdevkê Desteya Weberhênanê ya Herêma Kurdistanê herwesa got, “Ji bo çêkirina wî bajarê pîşesazî li Helebce, weberhêner amade ye û em li benda bidawîhatina rêkarên îdarî ne, paştir jî rasterast dest bi çêkirinê tê kirin”.
Bergeşt Akreyî eşkere jî kir, “Wî bajarê pîşesazî dê giringiyeke zêde ji bo wê deverê hebe, xelkê wê deverê ji bikarberan dê bibin berhemhîner û herwesa derfetên karî jî dê ji bo bi sedan kesan bên peydakirin”.
Navbirî tekez jî kir, “Li Herêma Kurdistanê 8 heta 12 bajarên pîşesazî dê bên çêkirin, ku piraniya wan erd jî jê re hatiye terxankirin”. Herwesa got, “Ew bajarên pîşesazî dê li parêzgeh û îdareyên serbixwe bên çêkirin”.
Berdevkê Desteya Weberhênanê ya Herêma Kurdistanê li dawiyê jî got, “Li serdema Kabîneya Nehê ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê, 105 projeyên pîşesazî destûrî wergirtiye ku sermayeya wan bi zêdetirî du milyar û 510 milyon dolaran tê xeminandin”.
Basnews
