Mezlûm Ebdî, Marco Rubio û Esed Şeybanî civiyan
Di çarçoveya Konferansa Ewlehiyê ya Munîhê de, Fermandarê Giştî yê HSD’ê Mezlûm Ebdî bi Wezîrê Derve yê Amerîkayê Marco Rubio û Wezîrê Derve yê Sûriyeyê Esed Şeybanî re civiya.
Li perawîza Konferansa Ewlehiyê ya Cîhanê li Munîhê, îro 13.02.2026, hevdîtineke astbilind di navbera şandeya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) û wezîrên derve yên Washington û Şamê de birêve çû.
Di vê lûtkeya sêalî de, Hevseroka Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser Îlham Ehmed jî amade bû.
Li gorî zanyariyan mijarên herî girîng ên li ser maseya vê civîna lûtkeyê; dîtina mekanîzmayeke nû û guncayî ji bo çareserkirina krîza Sûriyeyê bi rêyên siyasî, nirxandina rewşa ewlehiyê ya herêmên nakok ji bo kêmkirina rageşiyê û her wiha xurtkirina hevkariya leşkerî û siyasî ya navbera aliyan û diyarkirina çarçoveyeke nû ya têkiliyan ji bo qonaxa bê ne.
Basnews
