Mesûd Pizîşkiyan: Em bi Kurdistanê re bira ne
Serokkomarê Îranê Mesûd Pizîşkiyan ragihand, welatê wî bi gelên herêmê re xwedî dîrok û xizmatiyeke kûr e û dixwazin têkiliyên xwe yên aborî û siyasî bi cîranan re xurt bikin.
Serokkomarê Îranê Mesûd Pizîşkiyan îro 14ê Sibatê di çarçoveya "Kongreya Navdewletî ya Derfetên Veberhênanê û Dabînkirina Darayî ya ji bo Rê û Piran" de gotarek pêşkêş kir û got: "Em bi Komara Azerbaycan, Iraq, Kurdistan û yên din re bira û xizmên hev in."
Serokkomarê Îranê herwiha behsa peywendiyên bi Tirkiye, Afganistan û Tirkmenistanê re kir û diyar kir ku dîroka wan a hevpar digihîje bi hezaran salan. Pizîşkiyan anî ziman ku ew dixwazin van têkiliyan ji nû ve zindî bikin û bixin xizmeta geşepêdana herêmê.
Mesûd Pizîşkiyan herwiha got: "Em bawer dikin ku rêyên peywendiyê yên di navbera me de, rêyên aştî, geşepêdana zanistî û zêdekirina şiyanên me ne. Bi vekirina rêyan, em dikarin ewlehî û aboriya xwe mîsoger bikin."
K24
