• Friday, 13 February 2026
logo

Şêx Mislim: Hikûmeta Şamê soza rakirina dorpêça li ser Kobanê dane, lê hîn soz bicih nebûne

Gulan Media February 9, 2026 Nûçe
Şêx Mislim: Hikûmeta Şamê soza rakirina dorpêça li ser Kobanê dane, lê hîn soz bicih nebûne

Şêwirmendê Rêveberiya Xweser li Kobanê Mistefa Şêx Mislim ragihand, şandeyeke Asayîşê li Helebê bi berpirsên hikûmeta Sûriyeyê re civiyaye û aliyê hikûmetê soz daye ku dorpêça li ser herêmê rake û xizmetguzariyên sereke dabîn bike.

Şêwirmendê Rêveberiya Xweser Mistefa Şêx Mislim, derbarê hevdîtinên dawî yên di navbera şandeya Kobanê û rayedarên hikûmeta Sûriyeyê yên li Helebê de agahî dan Kurdistan24ê. Mislim diyar kir, civîn di "atmosfereke erênî" de derbas bûye û mijara sereke rakirina dorpêça li ser Kobanê û gundewarên wê bûye.

Sozên ji bo rakirina dorpêçê

Mislim da zanîn, berpirsên hikûmetê soz dane ku rêyan vekin û dorpêça tund a li ser Kobanê rakin, herwiha soz dan ku xizmetguzariyên wekî elektrîk, av, derman û şîrê zarokan hêsan bike û mazota ku ji bo saziyên xizmetguzariyê pêdivî ye, derbasî herêmê bike.

"Em li benda pêkanîna sozan in"

Mistefa Şêx Mislim tekez kir jî: "Ev ne cara yekem e ku hikûmet sozên bi vî rengî dide. Berê jî gelek caran li ser maseyê lihevhatin çêbûne, lê di warê pratîkî de li ser erdê tiştek nehatiye guhertin. Em hêvî dikin ku vê carê soz werin cih û xelkê me ji vê krîza mirovî rizgar bibe."

Rewşa mirovî ya li Kobanê dijwar e

Mislim bal kişand ser rewşa xirab a jiyanê li Kobanê û diyar kir ku ji ber êrîşên dawî û dorpêçê, zirarên mezin gihîştine binesaziya herêmê. Herwiha Mislim got: "Niha li Kobanê elektrîk û ava vexwarinê pir kêm in. Înterneta Sûriyeyê ev salek e hatiye birîn û em tenê xwe dispêrin înterneta kompanyaya Arsel yan jî înterneta Tirkiyeyê, ku ew jî her tim nabe."

Hebûna hêzên leşkerî

Derbarê dabeşbûna hêzên leşkerî de, Şêwirmendê Rêveberiya Xweser aşkere kir, hêzên hikûmeta Sûriyeyê li herêmên gundewar ên wekî Qanaya û Şêxler bicih bûne, lê di navenda bajarê Kobanê de hêzên Asayîşê û Rêveberiya Xweser berpirsên ewlehiyê ne.

Di dawiyê de, Mislim tekez kir ku rakirina dorpêçê mafekî mirovî yê xelkê herêmê ye û nabe bibe mijara bazarên siyasî yên demkî.

 

Rudaw

Top