Çalakvanekî Hewlêrê: Ew tewanên YNKê dijî Hewlêrê kirin, ti dagirkerekî biyanî nekiriye
Çalakvanekî Hewlêrê bersiva Şalaw Kosret Resûl da ku berî naha ragehandibû: ‘’Rojek dê bê xwedê girawî dê Hewlêrê wergirin.’’ Û çalakvanê Hewlêrî bersiva wî da û got Hewlêr ne lîstoka zarokane ku tu bikarî hewl bidî wergirî, eger ewqas zîrekî here lîwayên xwe ji Bafil Talebanî bistîne ku dest daniye ser. Û dibêje: ‘’Eger tu wisa dibînî Hewlêr hatiye dagirkirin, başe ewqas mulk û bazirganî û kar û kesabeta mezin a we çima li Hewlêrê ye?’’
Çalakvanê bajarê Hewlêrê Rêkewt Şêxanî ji BasNewsê re ragehand: ‘’Şalaw Kosret Resûl wisa dizane rojên şerê navxwe ye û bi heman hizrê dibêje dê Hewlêr wergire! Tu wisa dizanî Hewlêr cîhê lîstoka zarokane!’’
Herwaha got: ‘’Bila Şalaw Kosret Resûl biçe kelheya Uzeriyan wergire ku çend kelha Uzeriyan bû, ewqas jî kelheya baskê wan ê nav YNKê de bû! Bila biwêre li hember hewldanên Bafil Talebanî bikare berevaniyê li xwe bike, bila lîwayên xwe wergire ku hemû Bafil Talebanî dest danîne ser.’’
Çalakvanê Hewlêrê ji Şalaw Kosret Resûl re dibêje: ‘’Tu wisa dizanî Hewlêr hatiye dagirkirin ku tu dê wergirî? Başe çima ewqas bazirganî, karsazî û kesabeta mezin hûn li Hewlêrê dikin, ew çiye, bayê milyon dolaran hûn kar li Hewlêrê dikin? Başe ew nexwaşxaneya we ya ewqas mezin ku tenê hûn bixwe û xwedayê mezin dizane hûn çend pare pê ji dest dixin, başe ev çiye? Eger Hewlêr ji dest we çûye, çima ewqas mal û mulk û berjewendiyên we li Hewlêrê ye?’’
Rêkewt Şêxanî bibîranî ku: ‘’Di dema Hewlêr di bin desthilata YNKê de bû, heta motorên avê yên malan jî dihatin dizîn. Herkesek li mala xwe de motora avê pêxistiba, yan dihate dizîn, yan jî xwediyê malê ji ber rêgiriya li diziya motora avê û ji ber wê dihate kuştin. Dema YNKê Hewlêr dagirkiribû şofêrê taksiyê ku bavê 10 zarokan bû, rê lê dihate girtin û belgeyên otomobîla wî dihatin dizîn û dikuştin. Bi rastî ya YNKê li Hewlêrê û xelkê Hewlêrê dikir, ti hêzeke biyanî û dagirkeran nekariye li Hewlêrê bike. Gelo Kak Şalaw qet li xwe pirsiye, gelo xelkê Hewlêrê qebûl dike careke din wegere bo wê dema tarî û tejî tirs û tewanê?’’
basnews
