• Saturday, 14 February 2026
logo

Hevkariyên Amerîkayê bo Pêşmerge û HSD berdewam dibin

Gulan Media March 12, 2024 Nûçe
Hevkariyên Amerîkayê bo Pêşmerge û HSD berdewam dibin

Di bûdceya 2025an de jî para wan hatiye diyarkirin.

Hikûmeta Amerîkayê proje bûdceya xwe ya sala 2025an amade kir û di vê projeyê de jî girîngiyeke baş bi bûdceya berevanî û leşkerî hatiye dayîn.

Her di heman projeyê de hikûmeta Amerîkayê bo hêzên pêşmerge û artêşa Îraqê bi qasî 380 miliyon û 758 hezar dolar veqetandiye.

Di heman projeyê de bo hêzên Sûriyeya demokratîk ( HSD) jî bi qasî 147 miliyon û 941 hezar dolar hatiye veqetandin.

Top