• Saturday, 14 February 2026
logo

Gelek fikrên berbelav şaş in: Karên ku jin ji mêran baştir dikin kîjan in?

Gelek fikrên berbelav şaş in: Karên ku jin ji mêran baştir dikin kîjan in?

Di Roja Jinan a Cîhanî de gelek tiştên ku hîn jî jin di dezavantajê de ne têne nirxandin.

Wekî mînak, îro jî gelek caran jin ji bo heman karî ji mêran kêmtir mûçe distînin.

Jin ji bo wekheviyê demeke dirêj e li ber xwe didin û niha jî têdikoşin.

Herwiha di gelek waran de jî jin li pêşiya mêran in.

Ji ber ku bi zanistî hatiye îspatkirin ku jin dikarin hin tiştan ji mêran baştir bikin!

Li gorî lêkolînan çend tiştên ku bi zanistî hatiye îspatkirin jin ji mêran çêtir in ev in:

1. Jin dikarin di germahiyê de çêtir bifikirin

Dema ku li derve hewa germ be, serê jinan hênik dibe. Lêkolînek nîşan dide ku jin herî zêde di germahiya 30 pileyî de hilberîner in.

Li aliyê din, mêr di hewaya germ de kêm dikarin baş bifikirin. Di lêkolînê de, mêr di germahiyên bin 20 pileyî de dikarin performansa herî baş nîşan bidin.

2. Jin bêhtir bêhn bistînin

Jin di warê bêhnstendinê de jî di ser mêran re ne. Jin dikarin baştir bêhnê nas bikin û teşxîs bikin.

Her ku ew mezin dibin, ferq bêhtir diyar dibe.

Jin di pîrbûnê de jî dikarin baş bêhnê bistînin lê di salên xwe yên 50yî de bêhnstendina mêran kêm dibe.

3. Jin zêdetir guh didin qanûnan

Jin li gorî mêran bi awayekî berbiçav kêmtir sûc dikin.

Li gorî amarên tawanan, çaryeka hemû gumanbaran jin in lê mêr bi sê çaryeka hemû tawanan têne tawanbarkirin.

4. Jin di borsayê de baştir texmînan dikin

Di warê aborî û veberhênan de jî jin li pêş in.

Li gorî lêkolîneke Zanîngeha Berkleyê (California), jin di borsayê de xwediyê destekî çêtir in û bi navgînî ji mêran zêdetir di veberhênanên xwe de kar dikin.

Lêkolîn nîşan didin ku mêr ji jinan zêdetir qîmetê didin xwe.

5. Jin bêhtir ji zanîngehan mezûn dibin

Li gorî Daîreya Amaran a Almanyayê, li Almanyayê jin di warê xwendinê de li pêş in. Ji sedî 52,5ê xwendekarên pola yekem ên sala 2020an jin bûn.

Wekî din, jin ji mêran zêdetir ji zanîngehê mezûn dibin: Ji sedî 58ê hemû bawernameyên lîsans û masterê yên sala 2019an ji aliyê jinan ve hatine bidestxistin.

6. Jin çêtir dikarin li hemberî êşan li ber xwe bidin

Wekî genetîkî, jin ji mêran bêhtir li hemberî êşê hestiyar in.

Lêbelê, li gorî lêkolîna ku ji aliyê Dao & LeResche ve hatiye kirin, jin bi rastî dikarin bêhtir êşê tehemûl bikin.

7. Jin di ajotinê de çêtir in

Li gorî îstatîstîkên qezayên trafîkê yên Saziya Amaran a Awisturyayê, jin pir ewletir ajotinê dikin û ji ber vê yekê jî gelek kêm qeza dikin.

Di kîjan kategoriyê de dibe bila bibe, çi di otomobîlê de, çi li ser motorsîkletê û çi bi pêyan, jin her gav çêtir performans didin nîşandan.

8. Jin bextewartir in

Jin ji mêran kêmtir xema pere û tiştên madî dixwin.

Li şûna vê yekê ew bêhtir wext ji heval û malbatên xwe re vediqetînin.

Têkiliyên civakî mirovan ji dewlemendiya madî bextewartir dike.

Ji ber vê yekê ji sedî 51ê jinan û ji sedî 47ê mêran bextewar in.

9. Jin di pirerkî de çêtir in

Zarok li milekî wê, telefon di navbera mil û guhê wê de û bi destê din xwarinê çêdike.

Pirerkî ji bo jinan tiştekî pir normal e. Li aliyê din li gorî lêkolînan, mêr di kirina çend tiştan a di heman demê de ne ewqas baş in.

10. Jin zêdetir dijîn

Bi giştî jin 5 salan ji mêran zêdetir dijîn. Sedemên vê yekê jî kêm testosteron, kêm stres, xwarinên tenduristir, tevgerên bi hişmedî, baldariya zêde ne.

 

Rudaw

Top