• Sunday, 15 February 2026
logo

Serok Barzanî bi rêya telefonê peywendî bi Fexrî Kerîm re pêkanî

Gulan Media February 24, 2024 Nûçe
Serok Barzanî bi rêya telefonê peywendî bi Fexrî Kerîm re pêkanî

Piştî şeva borî Serokê Saziya Rewşenbîrî û Ragehandina Elmeda li Bexdayê ji hewldanekî terorkirinê rizgarbû, Serok Mesûd Barzanî bi armanca halê wî pirsînê peywendiya telefonî li gel pêkanî û rewşa wî pirsî.

Şeva borî 22.02.2024ê Serokê Saziya Rewşenbîrî ya Meda û Serokê Encûmena Iraqê yê Aştî û Yekitiyê li Bexdayê Fexrî Kerîm ji hewldanekî terorkirinê rizgarbû. Piştî li pêşengahekî pirtûkan a li navçeya Qadisiye vedigreiya bo mala xwe ya li Bexda ya paytexta Federal, ji aliyê hejmarek çekdarên nenas ên li du otomobîlên pîkab de bi doçkayê gule lê hatin berdan û piştre ew çekdarene reviyan.

 

Basnews

Top