Azad Kûreçî: YNK li Herêma Kurdistanê dijatiya Tirkmenan dike, li Kerkûkê jî daxwaza piştevaniyê li Tirkmenan dike
Endamê Parlamentoya Kurdistanê yê dema pêncem ê ser bi fraksiyona Mîlletê Tirkmen rexneyên tund li YNKê kirin û radigehîne ew partiye li Herêma Kurdistanê dijatiya Tirkmenan dike û li Kerkûkê jî daxwaza piştevaniyê ji Tirkmenan dike.
Endamê Parlamentoya Kurdistanê yê dema pêncem ê ser bi kotaya Tirkmenan Azad Kûreçî ji BasNewsê re ragehand: ‘’YNKê xwe şermezarê tirkmenên Kerkûk û Hewlêrê kiriye. Li Herêma Kurdistanê dijatiya Tirkmenan dike û navên cuda li me dike, li Dadgeha Federal ji bo kêmkirina kursiyên tirkmenan giliyê dike, lê li parêzgeha Kerkûkê jî dixwaze bi piştevaniya tirkmenan parêzgar dayne.’’
Herwaha got: ‘’Ji ber wan sedeman jî herçi tirkmenê heye di serê wî de nakokî li hember wan du reftarên cuda yên YNKê hene, ku dixwaze li Kerkûkê bi gotinên nerm û lûs ve tirkmenan ji bo parêzgar ji wan re bê dayîn razî bike, li Hewlêrê jî bi zora şerê ragehandin û êrîşkirina ser tirkmenan û çêkirina wêneyekî kirêt bo pêkhateya tirkmen kursiyên me kêm bike.’’
Azad Kûreçî got: ‘’YNK berpirse ji paşxistina helbijartinên Kurdistanê, eger ew gilî û doza li Dadgeha Federal vekirî neba, dê li Kurdistanê helbijartin hatiban kirin û ti pirsgirêk tinebû, lê ew dixwazin kursiyên tirkmenan kêm bikin û dabeşî ser parêzgehan bikin.’’
Basnews
