Rûsye dîsa Erdogan direwand
Erdogan digot Putin 12ê Sibatê serdana Tirkiyeyê dike.
Beriya çend rojan Serokkomarê Tirkiyeyê Receb Teyyib Erdogan ragihandibû ku, Serokê Rûsyeyê Wladimir Putin vê 12ê Sibatê serdana Enqereyê bike û çapemeniya Tirkiyeyê jî ev gotinên Erdogan gelek mezin kiribû.
Lê duhê koşka Kremlînê ragihand ku, di bernameya Putin de tuneye ku, di sibatê de serdana Tirkiyeyê bike û eger rewş goncaw be û dema Serok hebe, vê di dawiya Nîsanê anjî di destpêka Gulanê de eger heye serdana Tirkiyeyê bike.
