• Sunday, 15 February 2026
logo

Salîm Ensarioglu: Bila zarokên Tirkan jî hînê Kurdî bibin

Gulan Media February 7, 2024 Nûçe
Salîm Ensarioglu: Bila zarokên Tirkan jî hînê Kurdî bibin

Parlamenterê Serbixwe yê Stenbolê Salîm Ensarîoglu derbarê dersên Kurdî yên bijarde got, “Divê ji bo zarokan derfet were dayîn. Bila zarokên Kurd û Tirk jî hînî zimanê Kurdî bibin.”

Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê serlêdana hilbijartina dersên bijarte yên ku di sala perwerdeyê ya 2024-2025an de li dibistanan bên dayîn 30ê Kanûna Paşînê dest pê kir.

Serlêdanên ji bo dersên Kurdî (Kurmancî û Kirmanckî/Zazakî) dê heta 12ê Sibata 2024an berdewam bikin.

Parlamenterê Serbixwe yê Stenbolê Salîm Ensarîoglu bû mêvanê bultena Rûdawê û têkildarî vê mijarê axivî.

 “Divê ji bo ciwanan derfet were dayîn”

Ensarîoglu li ser pirsa “Hûn dikarin ji bo dersa bijarte ya zimanê Kurdî li parlamentoyê çi bikin?” got:

“Ez li parlamentoyê serbixwe me û bi tenê me. Ti hêza min nîne. Tenê partî, serokê wan dicivin û bi hev re biryarekî didin.

Ez wisa bêjim, zarokên me divê bi zimanê xwe biaxivin. Ez behsa zimanê fermî nakim,  zimanê fermî cihê nîqaşê ye. Divê li parlamentoyê were nîqaşkirin. Zererên wê bi dewletê re heye yan na, kara wê çi ye? Ew mijarên cuda ne.

Wexta ku zarok bixwazin Kurmancî û Zazakî hîn bibin divê derfetek were dayîn. Xwezî zarokên Tirk hînî Kurmancî û Zazakî bibin.”

“Divê ez berî Îngilîzî fêrî zimanê Kurdî bibim”

Ensarîoglu behsa bîranîneke xwe ya bi Suleyman Demîrel re kir û got:

“Di axaftinek xwe de ji me re got, ‘Eger ez rojek din werim cîhanê divê ez zimanê Kurmancî beriya Înglîzî hîn bibim.’

Me got çima? Wî jî got, ‘Em niha Înglîzî hîn dibin ji bo em rojek derkevin û bi wî tîcaretekî bikin lê li welatê me 15-20 milyon Kurd hene. Divê di serî de ez zimanê wan hîn bibim, bi wan re biaxivim, em hevdû fam bikin.”

Ensarioglu li ser fikra ÎYÎ Partiyê: Ez ji ber kesî ve xeber nadim

Li ser pirsa “Di mijara zimanê Kurdî de nêrîna ÎYÎ Partî û Akşener çi bû?” Ensarîoglu got:

“Eger fikra me yek ba ez dê niha jî di ÎYÎ Partiyê de bam. “Me di hinek tiştan de hevdû fam nekir û ez jî veqetiyam.

Divê tu vê pirsê ji wan bipirsî. Ez ji ber kesî ve naxivim, ez li ser navê xwe diaxivim.”

“Ez nikarim li parlamentoyê bêjim û li pişta wê bisekinim”

Salîm Ensarîoglu beriya niha jî li ser hesabê xwe yê Xê ji bo hilbijartina dersên Kurdî bangî malbatên Kurd kiribû.

Ensarîoglu di axaftina xwe de behsa daxuyaniya xwe kir û got:

“Ez nikarim wekî partiyekî li parlamentoyê bêjim û li pişta vê bisekinim. Min wekî kes bi rêya twitterê (X) daxuyaniya xwe parve kir. 

Ez gelek diçim Diyarbekirê û têm. Ew jî tên vir ji ber karê xwe, ji ber tayîn, nexweşî û wekî din tên Enqerê.

Ez li ciwanan mêze dikim, bavê wî, dêya wî yan Kurmanc in yan Zaza ne lê ew Zazakî û Kurmancî nizanin.

Divê hîn bibin eyba vê nîne. Ev zimanê bav û kalê we ye. Zimanê Tirkî jî zimanê fermî yê dewleta me ye.

Hûn çima ji ber vê yekê ji bîr dikin. Dê bi demê re ev winda bibe. Ji ber wê min daxuyanî da.”

“Bila em zimanê xwe ji bîr nekin”

Ensarîgolu herî dawî got:

“Ne wekî partî, meclîs ez ji milet re dibêjim hem ji Kurdan û hem jî ji Tirkan re, 20 milyon însan li vî welatî, ango ji 4an yekê vî welatî Kurmancî û Zazakî xeber didin. Bila em vî zimanê xwe ji bîr nekin.

Gedê Kurdan jî gedê Tirkan jî em giş birayê hev in, bila zimanê Kurmancî û Zazakî hîn bibin. Ez vê dixwazim.

Bi awayekî fermî divê serokên partiyan bicivin, wekî hikûmet wekî dewlet biryarê bidin. Ew mijareke cuda ye.

Tayib Erdogan (ji bo ziman) hinek gav avêtin. Bi Kurmancî televîzyon vekir lê wekî berdewamî birokrasiyek çênekir.

Lê ez dixwazim vê yekê bibêj, divê rêya birokrasiyê vekin, bila asteng jê re çênebe.”

 

Rudaw

Top