• Sunday, 15 February 2026
logo

EFRÎN - Li ser Goristana Şehîdan xanî tên avakirin

Gulan Media February 5, 2024 Nûçe
EFRÎN - Li ser Goristana Şehîdan xanî tên avakirin

Li herêma Efrînê ya Rojavayê Kurdistanê li ser Goristana Şehîdan a Cindirêsê xanî tên avakirin.

Li gorî Rêxistina Mafên Mirovan a Efrîn-Sûriyeyê, Tirkiyê bi rêya Komeleya bi navê Menaret El Behir ango Deniz Feneriyê li ser Goristana Şehîdan a li gundê Qaziqliyê yê Cindirêsê komelgeheke niştecihbûnê ava dike.

Hikumeta Tirkiyeyê piştgiriya Rêxistina Deniz Feneriyê dike.

Rêxistinên Tirkiye, Qeter, Kuweyt û Filistînê li Efrîn û navçeyên wê heta niha derdora 35 komelgehên niştecihbûnê ava kirine.

Li wan komelgehan malbatên çekdaran û Ereb û Tirkmenên hawirde tên bicihkirin.

 

Rudaw

Top