• Sunday, 15 February 2026
logo

Partiya Çaksaziya Tirkmenan: Nabe dest ji mafên destûrî yên Herêma Kurdistanê bên berdan

Gulan Media February 5, 2024 Nûçe
Partiya Çaksaziya Tirkmenan: Nabe dest ji mafên destûrî yên Herêma Kurdistanê bên berdan

Partiya Çaksaziyê ya Tirkmenan radigehîne, duberekî çend mezin bin, nabe ku em bihêlin bandora wan li ser pêgeha Herêma Kurdistanê hebe, tekez jî dike ku dê ji bo parastina pêkhateya destûrî ya Herêma Kurdistanê piştevanên hemî bizavan bin.

Partiya Çaksaziyê ya Tirkmenan îro 04.02.2024ê di daxuyaniyekî de ragehand, “Parasatina qewareyê destûrî yê Herêma Kurdistanê erkekê welatperwerî yê hemî kitekesên dilsoz ên Kurdistanê ye. Duberekî çend mezin jî bin, nabe ku em bihêlin bandora wan li ser pêgeha Herêma Kurdistanê hebe”.

Wê partiyê herwaha got, “Giring e ku tevaya aliyên siyasî ji bo rêgirtina li ser bizavekê ji bo lawazkirina pêgeha Herêma Kurdistanê arîkar, hevaheng û yekrêz bin”.

Partiya Çaksaziyê ya Tirkmenan ji bo parastina qewareya destûrî ya Herêma Kurdistanê û hilbijartinên Perlemana Kurdsiatnê di nêzîktirîn dem de û çarekirina arêşeyên darayî û jîn û jiyara welatiyên Kurdistanê piştgiriya hemî bizavan dike.

Herwesa tekez dike, “Herêma Kurdistanê berhemê xwîna bi hezaran şehîd, Enfal, qurbanîdan û berxwedana gelê Kurdistanê ye û qet nabe dest ji mafên destûrî yên Herêma Kurdistanê bên berdan”.

 

Basnews

Top