Fayeq Şêx Elî: Fermandarên milîsan ji Bexdayê reviyane û hatine gel Bafil Talebanî û li Silêmaniyê dijîn
Siyasetmedarekî Iraqê aşkera dike, fermandarên milîsên Iraqê ji Bexdayê reviyane û hewara xwe anîne gel Bafil Talebanî û li Silêmaniyê dijîn.
Siyasetmedar û parlamenterê berê yê Iraqê Fayeq Şêx Elî di tora xwe ya civakî X de ragehand, naha 100 zilamên zîrek bi qoşetan ango darlastîkê dibezine nav şeqamên Bexdayê, rejîm dê bi temamî hilweşe, ji ber milîs û fermandar hemû ji Bexdayê reviyane û hewara xwe birine bo gel Bafil Talebanî û li Silêmanî li ser sînorê Îranê dijîn.
Herwaha milîs û fermandarên wan wek tirsonek pênase dike û dibêje: ‘’We xwe kir zilam li ser şoreşgerên xwepêşandanên sala 2019ê yên Iraqê, ku ji wan re wek şoreşgerên Tişrîn (Cotmeh) we ciwan kuştin, ji ber wê demê ti kes nebû piştevaniya wan bike û hûn li hember wan zilam bûn?’’
Fayeq Şêx Elî piştî bombebarana Amerîkayê ya şeva 02-03.02.2024ê li hember 85 pêgehên milîsên ser bi Îranê yên li Iraq û Sûriyê belav kir û di wan bombebaranan de çi fermandarekî diyar ê milîsan nehate kuştin, vê yekê jî guman ava kir ku fermandarên milîsan piraniya xwe veşartiye.
Hêjayî gotinê ye şeva bombebaranê gelek çavkaniyên çapemenî, çavdêr û şirovekarên Iraqê yên agahdarê rewşa Iraqê, behsa wê yekê kirin ku ew milîs û fermandarên wan li Silêmaniyê ne û Bafil Talebanî wan diparêze.
Li hember wan angaştan heta naha ne YNKê, ne jî Bafil Talebanî û ne jî ti aliyekî din li Silêmaniyê ew gotin red nekirine.
Basnews
