• Sunday, 15 February 2026
logo

Îran di cîha bersiva bombebarana Îsraîlê bide, fermandarên pasdaran ji Sûriyê vedikşîne

Gulan Media February 2, 2024 Nûçe
Îran di cîha bersiva bombebarana Îsraîlê bide, fermandarên pasdaran ji Sûriyê vedikşîne

Roja 01.02.2024ê ajansa Reutersê ragehand ku Îranê biryar daye hejmara berpirsên xwe yên li Sûriyê kêm bike û di çarçoveya wê biryarê de jî Sipaha Pasdarên Îranê hejmarek ji fermandar û şêwirmendên xwe yên leşkerî li Sûriyê vekêşandiye.

Hêjayî gotinê ye ew biryara Îranê di demekî wisa de ye ku di wan demên dawiyê de Îsraîlê bi mûşek û balefirên şer êrîşî şêwirmend û fermandarên payebilindên Sipaha Pasdaran kir û di çend operasyonan de gelek şêwirmend û fermandarên payebilindên Sipaha Pasdaran kuştin.

Li gor çavdêran, ev yek tirs û vekêşîna zêde ya Îranê ye ji vî şerî û hewar hewara desthilatdarên Îranê ya li dijî Îsraîlê dikirin û di cîha bersiva bombebarana Îsraîlê bidin de fermandarên pasdaran ên li Sûriyê vedikşînin, nîşaneya zêde ya tirsa ji wî şerî ye.

Top