• Sunday, 15 February 2026
logo

Serokê herêmê li gel Konsulusê Yûnanê civiya

Gulan Media January 31, 2024 Nûçe
Serokê herêmê li gel Konsulusê Yûnanê civiya

Behsa têkiliyên navbera Kurdistan û Yûnanê hatiye kirin.

Îro li Hewlêrê Serokê herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî pêşwaziya Konsulusê nû yê Yûnanê li Kurdistanê Nicholas Sterioulas kir.

Di civînê de Serokê herêmê Nêçîrvan Barzanî pîrozbayî li Konsulusê nû yê Yûnanê kir û hêviya serkeftinê jî jê re xwest û tevahiya piştîvaniya xwe jî bo diyar kir.

Li hember de jî Konsulusê Yûnanê kêfxweşiya xwe ya li hember destbikar kirina xwe li Kurdistanê anî ziman û spasiya piştîvaniyên Serokê herêmê kir û hêviya vê yekê jî xwest ku, bikaribe têkilî û hevbeşiya navbera Kurdistan û Yûnanê pêşde bibe.

Nirxandina rewşa Kurdistan, Îraq û deverê û aloziyên heyî yên li Rojhilata Navîn mijarên din y ên civînê bûn.

Top