Şêrwan Heyderî: Îran û dûvikên wê du rojan nekarîn xwe li hember gefxwarinên Amerîkayê bigrin
Wezîrê Dadî yê berê yê Herêma Kurdistanê û siyasetmedarê kevin ê kurd behsa gefxwarinên Amerîkayê yên li ser milîsên ji yasayê derketî û ser bi Îranê dike û dibêje: ‘’Nekarîn 2 rojan xwe li hember gefxwarinên Amerîkayê bigrin.’’
Şeva borî piştî Amerîkayê gefxwar û got dê êrîşî milîsên ser bi Îranê bike, milîsên Hizbulaha Iraqê ragirtina êrîşên xwe li ser Amerîkayê ragehand.
Li hember vê yekê Wezîrê Dadî yê berê yê Herêma Kurdistanê Şêrwan Heyderî ji BasNewsê re ragehand: ‘’Gelê Kurdistanê ji dema hebûye di çarçoveya Iraqê ziyanên wê ji bo ti kesê nebûye û me kes neêşandiye û rêz li serweriya welatên din jî girtiye, derveyî xêrê, me şer li gel ti kesê nekiriye. Waye Îran rojane ji ber Kurdistanê mifaya aborî û sînorî li gel Kurdistanê parastiye, lê her roj ew bixwe, dûvikên wê û yên girêdayî wê êş û azarê didin me.
Herwaha got: ‘’Ji ber ku wan ji bingeh ve her bi zordariyê kar kiriye, dema hêzeke mezin a wek Amerîkayê gef li wan dixwe, wê demê dikevin nav qalibê xwe û ji tirsan wek Hizbulahê beyanameyê belav dikin û daxwaza agirbestê dikin. Îran û milîsên şîe yên dûvikê wê, bi taybet nekarin 2 rojan jî li hember gefxwarina Amerîkayê xwe bigrin û ala spî bilind kirin. Ev belgeye ku ew hêzane tenê ji bo gelên bêdesthilat zîrek in, çi li Herêma Kurdistanê, çi li Iraqê, çi li Sûriyê, Lubnan, Yemen û Filîstînê. Tenê karê wan dana kuştina xelkê ye bi navê berxwedanê û di rastiyê de ew xîreta wan a ku li dij Amerîkayê rawestin tine.’’
Şêrwan Heyderî got: ‘’Ji duh ve her çi grubekî dûvik û kilka Îranê be li Iraqê, ji tirsa ji bo ku li Îranê nedin û li Iraqê bidin, dibêjin bi fermana Îranê ve me êrîş nekiriye ser Amerîkayê. Ev daxuyanî ji bo wê yekê ye ku eger Amerîka li wan bide jî bila li Îranê na, di nav axa Iraqê de li wan bide û şer ji nav axa Îranê dûr be, ji ber ew xiyanetê li gel û axa Iraqê dikin, bi taybet axa Îranê pîroztir dibînin ji axa welatê xwe.’’
Basnews
