• Sunday, 15 February 2026
logo

Jivanê civîna civata nû ya parêzgeha Kerkûkê hat belavkirin

Gulan Media January 30, 2024 Nûçe
Jivanê civîna civata nû ya parêzgeha Kerkûkê hat belavkirin

Parêzgeha Kerkûkê di nivîsarekê de jivanê civîna yekê ya civata nû ya parêzgehê diyar kir û bi rêya îdareya wê civatê jî daxwaza haydarkirina endamên wê kiriye ku ji bo civîna civata parêzgeha Kerkûkê berhev bibin.

Nivîsîngeha Parêzgeha Kerkûkê îro (Sêşem, 30.1.2024) nivîsareka hevpêç li gel navê endamên serkeftiyên civata parêzgeha Kerkûkê arasteyî Nivîsîngeha Serokwezîrê Îraqê, Civata Komisyarên Komisyona Bala ya Hilbijartinên Îraqê û Pişka Kargêrî ya Civata Parêzgeha Kerkûkê kiriye, daxwaz ji tevaya endamên serkeftî kiriye ku roja Pêncşemê, 1.2.2024, seet 14:00, ji bo civîna yekê ya civata parêzgehê berhev bibin.

Doh (Duşem, 29.1.2024) endamên civata parêzgeha Kerkûkê sonda qanûnî xwar, herwesa Serokê Lîsta PDKyê li civata parêzgeha Kerkûkê Hesen Mecîd taybet ji K24ê re ragehand, “Em bizavê dikin ku rewşa kargêrî ya Kerkûkê ji bo serdema berî rûdanên 16ê Cotmeha 2017ê û sepandina parêzgeheka xwesepîn vebigerînin, herwesa em ji bo kêmkirin û nehêlana bandorên van çend salên borî yên bajarî kar dikin”.

 

K24

Top