• Sunday, 15 February 2026
logo

Bexda wek bajarê herî nearam ê cîhanê hat destnîşankirin

Gulan Media January 29, 2024 Nûçe
Bexda wek bajarê herî nearam ê cîhanê hat destnîşankirin

Bexda ya paytexta Iraqê di lîsteya wan bajarên ku xelk li seranserê cîhanê ji bo geştê diçinê di rêza herî daxiyê de ye.

Li gor rêzbendiya kovara C World a sala 2024ê Bexda ya paytexta Iraqê di rêza herî dawiyê ya lîsteya bajaran de cîh girtiye, ku xelk li seranserê cîhanê ji bo geşt û serdanê berê xwe dide. Ji aliyê din ve Ebu Dabi ya paytexta Îmaratê bi wergirtina 97.73 xalan ve li seranserê cîhanê di rêza yekem a bajaran de wek bajarê herî aram ji bo geşt û serdanê hatiye destnîşankirin.

Herwaha piştî Ebu Dabi, paytexta Taiwanê Taipei û piştî wê jî di rêza sêyem de Doha ya paytexta Qeterê rêza sêyem de cîh girtiye. Bexda ya paytexta Iraqê jî li ser asta cîhanê di rêza 264ê de 57.77 xal bidest xistiye.

Pîvana helbijartina bajarên aramî û seqamgiriya bajar, li ser bingehê rêjeya kêm a tewan û hêza polîs û tevdîrên ewlehiyê û seqamgiriya hikûmetên wan ve tê diyar kirin.

 

Basnews

Top