• Sunday, 15 February 2026
logo

Hewlêr û Bexda li ser bihayê berhemanîna petrolê lihev dikin

Gulan Media January 29, 2024 Nûçe
Hewlêr û Bexda li ser bihayê berhemanîna petrolê lihev dikin

Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Iraqê li ser nirxê berhemanîna petrolê li hev kirin, lê heta niha danûstandin li ser nirxê veguhestina petrola Herêmê berdewam in.

Li gor zanyariyên K24ê, Hikûmeta Iraqê û Hikûmeta Herêma Kurdistanê li ser 20.6 dolaran bo lêçûna berhemanîna her bermîlek petrolê lihev kirine.

Li gorî agahiyan, heta niha Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Iraqê li ser nirxê veguhestina petrolê negihîştine rêkeftinekê û danûstandin berdewam in.

Wezîrê Derve yê Iraqê Fuad Husên di çarçoweya Forma Davosê de ragihandibû, Hewlêr û Bexdayê rêkeftineke nû derbarê pirsa petrolê û pirsgirêkên hilawîstî yên di navbera xwe de de îmze kirine, ji bo destpêkirina hinartina petrola Herêma Kurdistanê bi rêya Bendera Ceyhanê ya Tirkiyê re.

Fuad Husên got: “Em çaverê dikin ku di demek nêzîk de proseya hinardekirina petrola Herêma Kurdistanê ji nû ve dest pê bike.”

Ji 25ê Adara 2023ê ve hinardekirina petrola Kurdistanê bi rêya bendera Ceyhanê ya Tirkiyê re rawestandiye. Bexda, Hewlêr û Enqere ji bo destpêkirina hinardekirina petrolê danûstandinan dikin.

Top