• Sunday, 15 February 2026
logo

Li Meletiyê careke din erd hejiya

Gulan Media January 28, 2024 Nûçe
Li Meletiyê careke din erd hejiya

 Li navçeya Şîroyê ya parêzgeha Meletiyê ya Bakurê  Kurdistanê careke din bi hêza 3.5 pileysn erdhejek çêbû.

Serokatiya Rêveberiya Karesat û Rewşên Bilez (AFAD) ragihand ku îro li navçeya Şîroyê (Mirûn) ya Meletiyê demjimêr 01:27an bi hêza 3.5 pileyan erdhejek çêbûye

AFADî da zanîn ku erdhej 9 kîlometreyan di bin erdê de çêbûye.

Piştî erdhejên 6ê Sibata sala borî erdhejên paşekî li seranserê Tirkiye û Bakurê Kurdistanê berdewam in.

Beriya çend rojan li heman navçeyê bi hêza 5.2 pileyan erdhejek çêbûbû û pisporan hişyarî dabû ku ew çaverê dikin erdhejên mezintir çêbibin.

 

Rudaw

Top