• Sunday, 15 February 2026
logo

Sergey Lavrov: Kurdên Sûriyê xwe spartine ‘’Pişteke Sexte’’ ya Amerîkayê

Gulan Media January 26, 2024 Nûçe
Sergey Lavrov: Kurdên Sûriyê xwe spartine ‘’Pişteke Sexte’’ ya Amerîkayê

Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov dibêje, Kurdên Sûriyê yên ku spartine Amerîkayê, pişta xwe bi “piştevaniyekî sexte” ve girê didin.

Ev daxuyaniya Lavov piştî wê yekê hat ku kovara Amerîkî “Foreign Policy” ragihandibû, operasyona “Tofana El-Eqsa” li Xezeyê û bertekên wê li ser herêmê, hişt ku rêvebiriya Serokê Amerîka Joe Biden hizra vekişîna hêzên welatê xwe ji Sûriyê bike.

Lavrov di civîneke çapemeniyê ya piştî beşdarbûna wî di çalakiyên Encûmena Asayişa Navdewletî de, li ser wê pirsê got: “Ev carekê hatibû kirin, dema ku Serokê berê yê Amerîka Donald Trump dawiya sala 2019ê de niyeta xwe bi heman rengî ragihandibû.

Herwiha got: “Di wê demê de Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) yekser daxwaz ji Rûsya û hêzên wê yên leşkerî kir ku alîkarîya wê bikin da ku pêwendîyan bi Şamê re pêkbînin.”

Lavrov destnîşan kir: “Piştî çend rojan, Amerîka biryara xwe guhert û HSDê dest ji daxwaza danîna pêwendiyan bi Şamê re berda û yekser vegeriyan bin baskê Amerîkayê.”

Wezîrê Derve yê Rûsyayê diyar kir: “Li vir pirs ne ew e ku ew hêzên Amerîkî vekişin yan na, pirs ew e ku ew bi awayekî neqanûnî li wir in û ew hêzên siyasî yên di nav Kurdên Sûriyê de yên xwe dispêrin sîvana Amerîkayê û xwe bi Amerîkayê ve girê didin, ji aliyê exlaqî û siyasî ve,  xwe bi piştevaneke sexte ve girê didin.”

Basnews

Top