• Sunday, 15 February 2026
logo

Hikûmeta Herêma Kurdistanê: Piroseya tomarkirina mûçexuran di pirojeya Hejmara Min de gehiştiye 200 hezar mûçexuran

Gulan Media January 26, 2024 Nûçe
Hikûmeta Herêma Kurdistanê: Piroseya tomarkirina mûçexuran di pirojeya Hejmara Min de gehiştiye 200 hezar mûçexuran

Hikûmeta Herêma Kurdistanê radigehîne, “Piroseya tomarkirina mûçexuran di pirojeya Hejmara Min de gehiştiye 200 hezar mûçexuran”.

Fermangeha Medya û Zanyaran a Hikûmeta Herêma Kurdistanê di ragehandinekê de amajeyê dide, “Piroseya tomarkirina mûçexuran di pirojeya Hejmara Min de gehiştiye 200 hezar mûçexuran, herwesa 23 hezar mûçexuran kartên bankê wergirtine û 36 amûrên perekêşanê ATM jî hatine damezrandin”.

Pêştir jî Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî ragehandibû, “Armanca me ew e ku heta dawiya sala 2024ê, yek milyon welatiyên Herêma Kurdistanê xizmetkariyên bankî werbigirin”.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê di pareka dî ya peyama xwe de nivîsîbû, “Em dê sozên xwe bicih bînin”.

Pirojeya Hejmara Min pirojeyeka bankî ya serdem e, sîstema dabînkirina xizmetkariyên bankî ye bi rêya piştbestinê bi hejmarên bankî, tê çaverêkirin jî ku li paşerojê ew pirose pêngavên mezintir biavêje û werçerxanekê di bizava aborî ya herêma Kurdistanê de peyda bike.

 

K24

Top