Îran – Zarokekî 8 salî rastî êrîşa gur hat û canê xwe ji dest da
Li bajarê Basminc a ser bi parêzgeha Tewrêz a Îranê zarokekî 8 salî rastî êrîşa gur hat û jiyana xwe ji dest da.
Îro 25.01.2024ê zarokekî heşt salî li bajarê Basminc a Îranê rastî êrîşa gur hat û piştî ew gehandin nexwaşxaneyê jiyana xwe ji dest da.
Berdevkê beşa hewarçûna lezgîn a Tewrêzê Wehîd Şadî Niye ji çapemeniyê re ragehand, gur stûyê wî zarokî dirandiye û ji ber wê jî tîmên tenduristiyê nekarîne wî zarokî ji mirinê rizgar bikin.
Berpirsê rêveberiya jîngeya parêzgeha Tewrêzê jî ragehand: Ew gur ji birsiyan berê xwe daye şeqam û kolanan û divê malbat hemû wan rojên zivistanê zêdetir agahiya wan ji zarokên wan hebe.
Basnews
