Mesrûr Barzanî: Heta dawiya sala 2024ê xwe gehandina xizmetên darayî ji sedî 5ê dê bigehe sedî 35ê
Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê derbarê projeya ‘’Hejmara Min’’ de ragehand: ‘’Heta dawiya sala 2024ê xwegehandina xizmetên darayî li Herêma Kurdistanê ji kêmtirî sedî 5ê dê bigehe sedî 35ê.’’
Îro 24.01.2024ê Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî videoyek di tora civakî ya X de belav kir û ragehand: ‘’Heta dawiya sala 2024ê xwegehandina xizmetên darayî li Herêma Kurdistanê ji kêmtirî sedî 5ê ve dê bigehe sedî 35ê.’’
Serokê Hikûmetê got: ‘’Her ji ber wê jî torên amûrên rakêşana pare ATM, ku beşekî giring ê projeyane, hejmara wan jî dê du beramber bûye, bi hevbeşiya li gel bankayên taybet.’’
Basnews
