Amerîka peyameke girîng daye Îraqê
Wezîrê derve yê Îraqê ev yek eşkere kiriye.
Wezîrê derve yê Îraqê Fûad Husên li ser hesabê xwe yê li X (twittera berê) peyamek belav kiriye û nivîsandiye li gel balyoza Amerîkayê li Bexdayê civiyaye.
Di civînê de balyoza Amerîkayê peyam û nameyeke girîng ya Amerîkayê gehandiye rayedarên Îraqê.
Her çend naveroka peyam û nameyê han nehatiye eşkere kirin lê Hûsên eşkere kiriye ku, di rojên pêş de rayedarên Îraqê pêngavên girîng bo cîhbicîh kirina naveroka peyama han davêjin.
