• Sunday, 15 February 2026
logo

Konsulusê Tirkiyeyê xatir ji Serok Barzanî xwest

Gulan Media January 25, 2024 Nûçe
Konsulusê Tirkiyeyê xatir ji Serok Barzanî xwest

Li Pîrmamê serdana Serok Barzanî kir.

Îro li Pîrmamê Serok Barzanî pêşwaziya Konsulusê Tirkiyeyê yê li Hewlêrê Mihemed Yaqût kir.

Di civînê de Konsulusê Tirkiyeyê ragihand ku, armanc ji vê serdana han xatir xwestine ji Serok Barzanî û gelek kêfxweş bûye ku, di demên derbasbûyî de weke Konsulusê welatê xwe li Hewlêrê kar kiriye û tekez li ser berdewamî û pêşde birina têkiliyên dostane di navbera herêma Kurdistan û Tirkiyeyê de kir.

Li hember de Serok Barzanî jî spasiya Konsulusê Tirkiyeyê kir û di pîwerdariya nû de jê re hêviya serkeftinê xwest û tekez li ser pêşde birina têkiliyan di navbera her du aliyan di her warî de kir.

Rewşa Îraqê û pêşhatên dawî yên deverê mijarên din yên vê civînê bûn.

Top