• Sunday, 15 February 2026
logo

Îsal jî rekora zilamê herî dirêj di dest Sultanê Mêrdînî de ye

Gulan Media January 25, 2024 Corane
Îsal jî rekora zilamê herî dirêj di dest Sultanê Mêrdînî de ye

 Zilamê herî dirêj ê cîhanê Sultan Kosenê Mêrdînî dê li Îtalyayê beşdarî danasîna Pirtûka Rekoran a Guinnessê bibe.

Bejna wî 2 metre û 51 santîmetre ye. Destên wî 27 sanîmetre û nîv û piyên wî jî 36 santîmtre û nîv in.

Bi van taybetmendiyan 15 sal in wekî zilamê herî dirêj ê cîhanê navê xwe li Pirtûka Rekoran a Guinnessê tomar kiriye.

Sultan Kosen xelkê navçeya Dêrikê ya parêzgeha Mêrdînê ya Bakurê Kurdistanê ye.

“15 sal in ez rekora xwe diparêzim”

Zilamê herî dirêj ê cîhanê Sultan Kosen got, “Ev 15 sal in ez rekora xwe diparêzim.

Her sal dema Pirtûka Rekoran a Guinnessê tê çapkirin, nav, wêne û rekora min jî di pirtûkê de cih digire.”

Pirtûka Rekoran a Guinnessê her sal ji nû ve tê çapkirin. Danasîna pirtûkê îro bi merasîmekê li bajarê Mîlanoyê yê Îtalyayê tê kirin.

Ti kesek heta niha li seranserê cîhanê ne gihiştiye qama Sultan.

Ji ber wê navê wî îsal jî di heman pirtûkê de cih digire û bixwe jî di merasîmê de amade dibe.

“Sultan Kose ji bo danasîna Pirtûka Rekoran a Guinnessê hatiye vexwendin”

Veysî Bora menejerê Sultan Kose wiha anî ziman, "Ji bo danasîna çapa 2024an a Pirtûka Rekoran a Guinnessê ji bo hemû cîhanê  merasîmek tê kirin.

Sultan Kose jî wekî mêvanê şanaziyê û rûyê danasîna pirtûkê hatiye vexwendin.

Em li wê derê dibin mêvanê televîzyona kanal 5 û ji bilî wê jî beşdarî çend çalakiyên din jî dibin.”

Sultan Kosen 42 salî ye. Heta niha ji ber rekora xwe zêdeyî 500 caran çûye serdana 128 welatan.

Sultan dibêje divê ew bi wan piyên xwe yên mezin pê li hemû derê cîhanê bike û navê Mêrdînê û çanda wê li wan deran bide nasandin.

 

Rudaw

Top