Bilind Îsmaîl: Mûşekên Îranê digehine Tel Avîv jî, lê çima tenê Hewlêrê mûşekbaran dike?
Endamê Komîteya Navendî ya PDKê radigehîne Îran eger bixwaze û biwêre dikare li Îsraîlê jî bide, ma mûşekên wan digehine paytexta Îsraîlê jî, lê çima tenê Hewlêrê mûşekbaran dike?
Endamê Komîteya Navendî ya PDKê Bilind Îsmaîlî ji BasNewsê re ragehand: ‘’Bombebarana ser Hewlêrê tenê dijî bajarekî nîne, li ser hemû kurdan e. Herwaha lêdana serweriya Iraqê bi giştî û Kurdistan bi taybetî ye. Eger aliyek bi vê keyfxweş dibe, diyare çi nirxekî mirovî û kurdî li gel nîne. Ji ber waye li Ewrupa û Amerîka hemû çînên cuda û bi taybet biyanî jî li ser piyan in û li hember wê zulma li Kurdistan û xelkê sivîl û bazirganekî tê kirin nerazîbûnê nîşan didin.
Herwaha got: ‘’Beyanameya şermezarkirin û nerazîbûnên li Kurdistan, Iraq, welatên erebî û Ewrupayê jî hatin belav kirin, ji ber ew rewşa lêdanê li îrade û daxwaza kurdane. Herçend nikarin waha îradeya me bişkînin jî, berovajî wê em bihêztir dibin û radestî hewldanên Îranê nabin. Berê jî gelek caran ew rêbaz hatine ceribandin, çi ji aliyê Îranê ve be, çi ji aliyê hinekên din be, eger wisa dizain dê Hewlêr û Kurdistan xwedî biryar û axaftina xwe nabe û dê bi mûşek avêtinê îradeya wan bişkînin, waye dîroka Hewlêr û Kurdistan û Barzanî nîşan daye û hewldanên wan jî vala ne.’’
Bilind Îsmaîl got: ‘’Îran eger dixwaze li Îsraîl û Amerîkayê bide, mûşekên wan heta Idlibê diçe, wê demê digehe Tel Avîvê jî û cîhên din jî. Eger rast dibêjin çima nakin armanca mûşekên xwe. Ji bo çi êrîş dike ser sermayedar û bazirganên kurd û zarokên kurdan dikuje? Daxwaza Îranê ragirtina pêşketin û avadaniya Hewlêr û Kurdistanê ye û jêrxana herêma me ye. Dixwaze waha me sar bike, lê piştrastî ve em nakevin bin bandora wê daxwaza Îranê. Bi wan pêngavan xelkê Herêma Kurdistanê zêdetir li dora hikûmetê dicive û piştgiriyê dike.’’
Herwaha got, Herêma Kurdistanê ti demekî nebûye metirsî bo cîranan, nabe jî. Li gor me divê cîran rêz li hev bigrin û destwerdan li karê yek nekin, xelkê Îranê bi kurd, fars û ecem ve em wan xelkekî baş dizanin, hikûmeta wan ji bo berovajî kirina raya giştî vê yekê dike, ku bi wan bide bawer kirin ku li binkeyekî Îsraîlê dane, lê xelkê wê jî baş dizane ku ne wisa ye, bi taybet hinde wêrek jî ninin ku bikarin bersiva Pakistanê jî bidin.
Basnews
