• Sunday, 15 February 2026
logo

Yekitiya Ewrupayê nîgerane ji êrîşa Îranê ya li ser Hewlêrê

Gulan Media January 24, 2024 Nûçe
Yekitiya Ewrupayê nîgerane ji êrîşa Îranê ya li ser Hewlêrê

Berpirsê siyaseta derve û asayîşa Yekitiya Ewrupayê nîgeraniya xwe li hember pêşketina şer li Rojhilata Navîn û êrîşên Îranê yên li ser Herêma Kurdistanê radigehîne û aşkera dike ew nîgeranin ji wan êrîşên Sipaha Pasdarên Îranê yên li ser Hewlêrê.

Îro 23.01.2024ê encûmena karûbarên derve ya Yekitiya Ewrupayê bi beşdariya wezîrên derve yên welatên endamên Yekitiya Ewrupa û wezîrên derve yên Siûdiye û Urdin û Misir û Îsraîlê ve civiya.

Vê derbarê de nûnerê Hikûmeta Herêma Kurdistanê li Yekitiya Ewrupayê Dr. Dilawer Xalid Ajgeyî ji BasNewsê re ragehand: Civîna îro ya encûmena karûbarên derve ya Yekitiya Ewrupayê taybet bû derbarê şerê Rûsya – Ukrayna û şerê Îsraîl -  Hemas û babeta êrîşa Sipaha Pasdaran bo ser Herêma Kurdistanê hat gotûbêj kirin.

Berpirsê siyaseta derve û asayîşa Yekitiya Ewrupayê Joseph Borrell di civîneke çapemeniyê de ragehand: ‘’Em nîgeranin ji pêşketina şer li Rojhilata Navîn û têkdana seqamgiriya navçeyê.’’

Herwaha amaje bi şehîdkirina Pêşrew Dizeyî û Jîna ya keça wî kir, ku ji ber êrîşa Sipaha Pasdarên Îranê ya ser Hewlêrê şehîd bûn û nîgeraniya xwe nîşan da û daxwaz kir ew êrîş bên rawestandin.

 

Basnews

Top