• Sunday, 15 February 2026
logo

Li Wanê erdhej

Gulan Media January 22, 2024 Nûçe
Li Wanê    erdhej

Li navçeya Mehmûdiyê ya parêzgeha Wanê Bakurê Kurdistanê bi hêza 4 pileyan erdhejek çêbû.

Enstîtuya Lêkolîna Erdhejê û Rasatxaneya Kandîlliyê ragihand ku îro li navçeya Mehmûdiyê ya Wanê erdhej çêbû.

Li gorî Rasatxaneya Kandîlliyê, erdhej demjimêr 07:53yan çêbûye û hêza wê 4 pile bûye.

Rasatxaneya Kandîlliyê da zanîn ku kûrahiya erdhejê 5 kîlometre bûye.

Navçeyên derdorê heta sinorê Rojhilatê Kurdistanê jî hest bi erdhejê hatiye kiriye.

Li aliyê din, AFADê jî ragihand ku hêza erdhejê 3,6 pile bûye.

 

Rudaw

Top