• Sunday, 15 February 2026
logo

Îraqî jî dest bi boykot kirina berhemên Îranî kirin

Gulan Media January 21, 2024 Nûçe
Îraqî jî dest bi boykot kirina berhemên Îranî kirin

Dijî êrîşa ser Hewlêrê berhemên Îranî têne boykot kirin.

Îro piştî daxuyaniya odeya bazirganî û pîşesazî ya Hewlêrê bo boykot kirina berhemên Îranî, weke bertekek bo mehkûm kirina êrîşa Îranê bo ser Hewlêrê, îro jî li Başûr û naverasta Îraqê kempînek bi vê mebestê hate ragihandin.

Li gor çapemeniya Îraqî, welatiyên Îraqê jî dest bi boykot kirina berhemên Îranî kirine û daxwaz ji xelkê jî dikin bi ti awayî berhemên Îranî bikar nehînin.
 

Top