• Sunday, 15 February 2026
logo

Ermenistan û Kurdistan têkiliyên xwe bihêztir dikin

Gulan Media January 20, 2024 Nûçe
Ermenistan û Kurdistan têkiliyên xwe bihêztir dikin

Serokwezîrê Kurdistanê û Serokkomarê Ermenistanê civiyan.

Îro li Davosê di çarçoveya civîn û hevdîtinên xwe yên li gel rayedarên welatên din de, Serokwezîrê Kurdistanê Mesrûr Barzanî li gel Serokkomarê Ermenistanê civiya û piştî civînê jî Serokwezîr wisa nivîsand;

Îro li Davosê li gel Serokkomarê Ermenistanê birêz Vahagen Khachaturian civiyan.

Di civînê de me giftûgo derbarê guhertin û pêşhatên dawî yên li Îraq, deverê û pêşde birina têkiliyên navbera herêma Kurdistan û Ermenistanê de kir.

Li ser girîngiya parastina aramî û asayîşa herêma Kurdistan û Îraqê û nehêştina aloziyan li Rojhilata Navîn de hemfikir bûn.

Top