• Sunday, 15 February 2026
logo

Li Sêwazê erdhejeke bihêz çêbû

Gulan Media January 20, 2024 Nûçe
Li Sêwazê erdhejeke bihêz çêbû

 Li parêzgeha Sêwazê ya Bakurê Kurdistanê erdhejeke bi hêza 4.4 pileyan çêbû.

Rêveberiya Kareseat û Rewşên Bilez (AFAD) li ser erdhejê daxuyaniyek belav kir.

Li gorî daxuyaniya Rêveberiya Kareseat û Rewşên Bilez (AFAD), demijimêr 01:27an li navçeya Gurinê ya Sêwazê erdhejeke bi hêza 4.4 pileyan çêbûye.

Li gorî AFADê ew erdhej li kûrahiya 5.33 kîlometrayan çêbûye.

Parêzgariya Sêwazê diyar kir ku heta niha ti rewşên neyînî nehatine ragihandin.

 

Rudaw

Top