Xefûr Mexmûrî: Êrîşa Îranê dijî hemû kurd û Kurdistanê ye, ne ku tenê bajarek û aliyekî ye
Sekreterê Giştî yê Yekitiya Netewî ya Demokratîk a Kurdistanê daxwaz dike hemû partiyên Kurdistanê bergê partiya xwe bidin aliyekî û di vê rewşê de bergê netewî li xwe bikin û bersiva wan êrîşan bidin ku armanc jinavbirina gelê Kurdistanê ye.
Sekreterê Giştî yê Yekitiya Netewî ya Demokratîk a Kurdistanê Xefûr Mexmûrî ji BasNewsê re ragehand: ‘’Êrîşên Sipaha Pasdarên Îranê li ser bajarê Hewlêrê, zulmeke mezine, li xelkê Kurdistanê hat kirin. Em êrîşê şermezar dikin û ziyanên wê ji bo asayîşa netewî ya Kurdistanê heye. Di heman demê de binpêkirina aşkera ya serweriya axa Kurdistan û Iraqê ye.’’
Herwaha got: ‘’Ev êrîşane vê nîşan didin ku Iraqê welatekî xwedî serwerî nîne, hikûmeta wê desthilata wê li ser xak, av û esman tine. Iraq wek dewletekî bêserwerî maye û em wek hêz û aliyên siyasî yên Kurdistanê pêwîstiya me bi wê heye ku em hemû hemhelwêst û yekrêzbin, ji bo parastina pêkhateya Kurdistanê dijî her cure êrîşekî dagirkeran. Ev jî bi yekrêzî û yekdengî dikare bê kirin. Ji bo wê pêwîste di vê qonaxê de hemû partî bergê xwe yê partiyê bavêjin û bergê kurdbûnê li xwe bikin.’’
Mexmûrî got, yekrêzî çeka herî bi bandore ji bo şikandina dagirkeran. Ji bo wê jî daxwaz ji hêz û aliyên siyasî yên Kurdistanê dikim gotarên netewî bidin. Ji ber ev êrîşa Îranê dijî hemû kurd û Kurdistanê ye, ne tenê ji bo bajarekî û aliyekî diyar e. Yê ku naha di eniya Îranê de ye, her rojekî be, dê Îran bixwe hewla jinavbirina wî bide.’’
Basnews
