Yemen êrîşên Îranê mehkûm dike
Serokwezîr li gel Cîgirê Serokê civata Serokatiya Yemenê civiya.
Îro li Davosê Serokwezîr Mesrûr Barzanî li gel Cîgirê Serokê civata Serokatiya Yemenê civiya û piştî civînê jî wisa nivîsand;
Îro li Davosê li gel Cîgirê Serokê civata Serokatiya Yemenê û Serokê civata întîqalî ya Başûrê birêz Eyderos Zobeydî civiyan.
Cîgirê Serokê civata Serokatiya Yemenê bi tundî êrîşên Îranê yên bo ser Hewlêrê mehkûm kir û sersaxî û hevxemiya xwe gehande me û piştîvaniya welatê xwe jî bo aramiya herêma Kurdistanê diyar kir.
Me jî tekez li ser vê yekê kir ku, herêma Kurdistanê faktera aramî dibe li deverê de.
