• Sunday, 15 February 2026
logo

Termê yek ji qurbanên êrîşa Îranê ya li ser Hewlêrê dê bibin Brîtanyayê

Gulan Media January 18, 2024 Nûçe
Termê yek ji qurbanên êrîşa Îranê ya li ser Hewlêrê dê bibin Brîtanyayê

Biryare sibe 19.01.2024ê termê Kerem Mikhail ku yek ji qurbanên êrîşa mûşekî ya Îranê ya li ser bajarê Hewlêrê bû, dê bibin Brîtanyayê û dê li wê derê bê veşartin.

Li gor zanyariyan heta naha termê Kerem Mikhail li bijîşkê dadî yê Hewlêrê ye û îro 18.01.2024ê demjimê 19:00ê êvari dê ji dêreke Enkawe re bê veguhestin û piştî merasîmên olî, dê li yek ji salonên taziyê yên Enkawa taziye bo bê danîn.

Li gor zanyariyên BasNewsê piştî dawî hatina serxweşî û taziyê Kerem Mikhail biryare termê wî bi rêya balefirgeha navnetewî ya Hewlêrê ve ji Brîtanya re bê şandin û li wê derê bê veşartin.

Kerem Mikhail bazirganeke mesîhî yê Iraqê ye û xwedî nasnameya Brîtanyayê jî, li Iraqê karê bazirganiyê kiriye. Şeva êrîşa mûşekî ya Îranê li ser Hewlêrê, li mala Şehîd Pêşrew Dizeyî mêvan bûye û ji ber wê ew jî di wê êrîşê de şehîd bû.

Hêjayî gotinê ye bavê Kerem Mikhail serdana cîhê şehîdbûna kurê xwe kir û li wê derê ji çapemeniyê re ragehand, em wan tometan red dikin ku Îran dibêje û got: ‘’Kurê min û Şehîd Pêşrew ti peyvendiya wan bi siyasetê û partiyên siyasî ve nebûn. Ew du bazirganên baş ên vî welatî bûn.’’

 

Basnews

Top