• Sunday, 15 February 2026
logo

Amerîka giftûgo derbarê rêkarên parastina Kurdistanê de dike

Gulan Media January 17, 2024 Nûçe
Amerîka giftûgo derbarê rêkarên parastina Kurdistanê de dike

Serokwezîr Mesrûr Barzanî li gel Jake Sullivan civiya.

Îro li Davosê Serokwezîrê Kurdistanê Mesrûr Barzanî li gel Şêwirmendê civata ewlekariya nîştimanî ya Amerîkayê civiya û piştî civînê jî Serokwezîr wisa nivîsand;

Îro li Davosê li gel Şêwirmendê civata ewlekariya nîştimanî ya Amerîkayê birêz Jake Sullivan civiyan.

Mijara sereke ya civîna me taybet bû bi êrîşên ser Hewlêrê û girîngiya parastina asayîş û aramiya herêma Kurdistanê.

Şêwirmendê civata ewlekariya nîştimanî ya Amerîkayê rixmî diyar kirina piştîvanî bo herêma Kurdistanê hevdem tekez li ser vê yekê kir ku, li gel Serok Jeo Biden nîqaş derbarê rêkarên parastina aramiya herêmê dike.

Me jî ev yek diyar kir ku, ti hincetek bo berdewamiya êrîşan û bi armanc kirina welatiyên medenî tuneye û lazime dawî bi wan êrîşan were anîn.

 

 

Top