• Sunday, 15 February 2026
logo

Serokê Estonyayê Alar Karis îro 17.01.2024an gihîşte Hewlêrê

Gulan Media January 17, 2024 Nûçe
Serokê Estonyayê Alar Karis îro 17.01.2024an gihîşte Hewlêrê

Serokê Estonyayê Alar Karis îro 17.01.2024an gihîşte Hewlêrê û li Firokexaneya Navdewletiya Hewlêrê ji aliyê Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ve hat pêşwazîkirin.

Li gorî zanyariyên peyamnêrê K24ê, mijara sereke ya hevdîtinên Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Serokê Estonyayê Alar Karis, pêwendiyên dualî ye.

Amaje bi wê jî kir, pirsa terorê jî dê mijareke din a hevdîtina her du serokan be, ji ber ku Estonya endamê Hevpeymaniya Navdewletî ya li Dijî DAIŞê ye.

Estonya di sala 2014ê de di dema êrişên DAIŞê li ser Herêma Kurdistanê û Iraqê de, endameke çalak a Hevpeymaniya Navdewletî ye û alîkariya hêzên Pêşmerge û artêşa Iraqê kiriye.

Top