• Sunday, 15 February 2026
logo

Li Hewlêrê xwepêşandanekî girseyî li dijî êrîşa mûşekî ya şeva borî birêve diçe

Gulan Media January 16, 2024 Nûçe
Li Hewlêrê xwepêşandanekî girseyî li dijî êrîşa mûşekî ya şeva borî birêve diçe

Li pêş binkeyê Netewên Yekbûyî li Hewlêrê, xwepêşandanekî girseyî li dijî êrîşa mûşekî ya li ser Hewlêrê birêve diçe û heta amadekirina vê nûçeyê jî xwepêşandan berdewam dike.

Bi beşdariya berpirsên îdarî ya Hewlêrê û ji hemû çînên civakê li pêş binkeyê Netewên Yekbûyî xwepêşandan destpê kir û xwepêşander li dijî wan êrîşên dronî yên ku demeke li ser Herêma Kurdistanê bi giştî û bi taybet jî şeva borî ku bi mûşek êrîş li ser Hewlêrê pêkhat û ji ber wê jî hejmarek şehîd û birîndar çêbûn û li hember wan êrîşan nerazîbûn nîşan didin.

Xwepêşander êrîşên dewleta Îranê şermezar kirin, ku şeva borî li ser Hewlêrê pêkanîn û daxwaz ji civaka navnetewî jî dikin li ser wan êrîşan bêdeng nebin û kar bê kirin ku rêgirî li wan êrîşan bê kirin, ji ber xelkê sivîl dibin qurbanî.

Herwaha di xwepêşandanê de daxwaz ji hikûmeta Iraqê jî tê kirin ku ji ber wê êrîşa şeva borî ya li ser Hewlêrê bê ser xetê û bêdeng nemîne.

 

Basnews

Top