• Sunday, 15 February 2026
logo

Serok Barzanî: Hûn dikarin me bikujin lê hûn nikarin îradeya me ji me bistînin

Gulan Media January 16, 2024 Nûçe
Serok Barzanî: Hûn dikarin me bikujin lê hûn nikarin îradeya me ji me bistînin

Serok Barzanî li ser êrîşên moşekî yên li ser Hewlêrê peyamek pêşkêşî raya giştî kir, ev deqê wê ye:

 

Bi navê Xudayê mezin û dilovan

Hemî alî haydar in, her ji sala 2020ê heta niha bi dehan caran bajarê Hewlêrê keftiye ber êrîşên nerewa yên moşek û dronên artêşa Pasdarên Îranê û hêzên girêdayî wê. Ew êrîş zulm û neheqiyên eşkere ne li beranberî xelkê Herêma Kurdistanê tên kirin.

Bikerên wan tawanan û aliyên ku li pişt êrîşên li ser Hewlêrê ne gelek baş dizanin ku bêbextî û behane û idîayên wan çi bingeh nînin û ji bo dapoşîna arêşe û giriftên xwe wê destdirêjî û zulmê li dijî Hewlêrê û xelkê Kurdistanê dikin.

Êdî bêhinfirehiya me sinor hene, vaye di dawî êrîş û tawana wan de şeva borî malbateka bêtawan a Hewlêrê hatiye komkujkirin ku em wê tawanê gelek bi tundî şermezar dikin. Goman tê de nîne ku ew êrîş ne merdatî û ne jî şehamet e belkî ji bo tawanbaran zêde şermezarî ye.

Li vê derê gotina min ji bo gelên Îranê ye û me herdem rêz û hurmet ji bo gelên Îranê heye û me destê dostînî û biratiyê jê re dirêj kiriye. Ez dixwazim wan piştrast bikim ku ew behaneyên êrîşker ji bo tawanên xwe yên li dijî Hewlêrê û xelkê Kurdistanê tînin çi esl û esas nînin û ji rastiyê dûr in. ez daxwazê ji we dikim eger êrîşker rêyê bidin we, hûn bi xwe werin û bi çavên xwe li Hewlêrê rastiyan bibînin û bizanin ku tawanbar û êrîşker çawa têkdanê di derheqa gelê Kurdistanê de dikin û idîayên wan bêbingeh in.

Nabe ku ew her li ser wê zulmê berdewam bin û nabe em jî êdî li bernaberî wê stem û neheqiyê bêdeng bin.

Peyama min ji bo bikerên êrîşên moşek û dronên Îranî ev e, şehîdkirina jin û zarokan û xelkê me yê sivîl çi şanazî û serbilindî ji bo we tê de nîne. Hûn dikarin me bikujin lê piştrast bibin ku hûn nikarin îradeya me ji me bistînin.

Pişta gelê Kurdistanê bi Xudê û rewatiya doza wî germ e û Xudê ji hemî zalim û hêzan mezintir e.

 

Mesûd Barzanî

16ê Çileya 2024ê

 

K24

Top