Bilez - Supaya Pasdaran a Îranê êrişî Hewlêrê kir: Kuştî û birîndar hene
Li Hewlêrê û derdora wê li pey hev dengê çend teqînan hat bihîstin.
Li gorî agahiyên destpêkê kuştî û birîndar hene.
Li Balafirgeha Navneteweyî ya Hewlêrê, û li navçeyên Pîrzîn û Bineslawayê yên Hewlêrê îşev dengê çend teqînên bihêz hat bihîstin.
Çavkaniyên ewlehiyê yên payebilind ji Rûdawê re axivîn.
Li gorî agahiyên çavkaniyan, bi gelek mûşek û dronan êrişî Konsulxaneya Amarîkayê ya Herwlêrê û baregeha hêzên hevpeymanî hatiye kirin.
Hinek welatiyan jî ji Rûdawê re ragihand ku zêdetirî 10 caran dengên teqînan bihîstine.
Di dîmenên ku gihiştine Rûdawê de, xuya dike ku li taxên cuda yên Hewlêrê teqîn çêbûne û xisar gihiştiye hinek xaniyan.
Li aliyê din Supaya Pasdarên Îranê ragihandin ku êrişên li Hewlêrê ji aliyê wan ve pêk hatiye.
Çavkaniyên ewlehiyê diyar kir ku êriş tenê ji yek alî ve nehatine kirin û ji gelek aliyan ve hatine encamdan.
Piştî êrişan, li Konsulxaneya Amerîkayê dengê sîrenan hat bihîstin.
Piştî van teqînan Supaya Pasdaran a Îranê daxuyaniyek da û da zanîn ku wan ev êriş encam dane.
Supaya Pasdaran destnîşan kir ku wan wekî “bersiveke sûcên terorîstên dijminên Îranê” ev êriş kirine.
Supaya Pasdaran herwiha ragihand ku wan ev êriş bi mûşekan kirine.
Kuştî Birîndar hene
Nûçegihanê Rûdawê Sîdad Leşkerî li nêzîkî Mala Omerê agahiyên nû ragihand.
Leşkerî da zanîn ku zêdetirî 4 mûşekan bi mala bazirganekî Hewlêrî yê bi navê Pêşrew Dzeyî ketin.
Herwiha peyamnêrê Rûdawê diyar kir ku 3 ambulansên hatine cihê bûyerê birîndaran veguhastin nexweşxaneyê.
Li aliyê din nûçegihanî Rûdawê Ferhad Dolemerî jî da zanîn di encama êrişan de 2 kesan canê xwe ji dest daye.
Li gorî agahiyên berdest herê kêm 7 kes jî birîndar bûne.
Yekem daxuyaniya parêzgarê Hewlêrê
Parêzgarê Hewlêrê Umêd Xoşnaw piştî êrişan got, “Hewlêr naheje, nalerze û natirse.”
Umed Xoşnaw herwiha da zanîn ku ew dê piştî zelalbûnê hejmara qurbaniyan eşkere bikin.
Parêzgarê Hewlêrê herwiha êrişan îşev wekî êrişên terorîstî pênase kir û got, “Ev karekî terorîstî û nemirovî ya li dijî Hewlêrê ye.”
Rudaw
