• Sunday, 15 February 2026
logo

Welatiyekî din yê Kurd bi eşkence kirinê hate kuştin

Gulan Media January 15, 2024 Nûçe
Welatiyekî din yê Kurd bi eşkence kirinê hate kuştin

Ji aliyê hêzên rejîma Îranê ve hatiye qetilkirin.

Li gor nûçeyeke navenda mafên mirovan ya Hengawê duhê welatiyekî din yê Kurd yê temen 30 sal bi navê Îman Hesenwend ji aliyê hêzên rejîma Îranê ve li Tehranê bi eşkencekirinê hatiye qetilkirin.

Hengawê diyar kiriye ku, Îman Hesenwend piştî ku, hatiye binçavkirin li îdareya Agahî (beşeke ser bi hêzên ewlekarî yên Îranê) hatiye eşkencekirin û di encam de canê xwe ji dest daye û duhê jî rejîm ji malbeta wî re gotiye ku, Îman miriye.

Îman di Îlona sala par de jî hatibû girtin û rastî eşkencekirinê hatibû.

Nav hatî xelkê bajarê Xoremawa ya li parêzgeha Loristanê  ye.

 

Top