Berfê deriyên dibistanên 3 bajarên Bakurê Kurdistanê girtin
Ji ber barîna berfa zêde, li sê bajarên Bakurê Kurdistanê bêhnvedan bo dibistanan hate ragihandin.
Ev çend roj in pêleka bihêz a berf û baranê li bajarên Bakurê Kurdistanê girtiye û ji ber vê yekê Parêzgeha Colemêrgê li seranserê bajêr bêhnvedan bo dibistanan ragihand.
Li bajarokê Beytûşebapê yê ser bi bajarê Şirnexê ve û li bajarokê Çêrme yê ser bi bajarê Çewlikê ve jî, ji ber berfa zêde bêhnvedan bo dibistanan hate ragihandin.
Pisporên Keşnasiyê hişyarî didin ku rewşa xirab a keşûhewayê dê çend rojên din jî berdewam bibe.
K24
