• Sunday, 15 February 2026
logo

Wezîra Kurd bersiva heqaretekê da: Pezkoviya Kurd e

Gulan Media January 14, 2024 Nûçe
Wezîra Kurd bersiva heqaretekê da: Pezkoviya Kurd e

 Li Belcîkayê kesekî li ser medyaya civakî heqaret li wezîra Kurd kir û jê re got “Pezkoviya Tirk a paşmayî.”

Li ser vê yekê wezîra Kurd jî bersiv da û got “Li qisûrê nenêrin ev pezkoviya Kurd e.”

Wezîra Dad, Jîngeh, Enerjî û Gestyariyê ya Herêma Flamanê ya Belcîkayê Zuhal Demira ku bi eslê xwe ji Dêrsima Bakurê Kurdistanê ye, peyama heqaretê ya ku li ser Xê ji hesabekî anonîm jê hatiye şandin û bersiva xwe parve kir.

Zuhal Demîr di parvekirina xwe de got, “Bi rastî hinek kes bê exlaq in... Ez hêvî dikim ku hûn dawiya hefteyek xweş derbas bikin” û peyama ku tê de heqaret lê hatibû kirin parve kir.

Di parvekirina Zuhal Demîr de tê dîtin ku kesek ji hesabekî anonîm jê re gotiye “Pezkoviya Tirk a paşmayî.”

Wezîra Kurd Zuhal Demîr jî wiha bersiv da, “Li qisûrê nenêrin ev pezkoviya Kurd e.”


Zuhal Demîr kî ye?

Zuhal Demîr 12ê Adara 1980an li bajarê Genkê yê Belcîkayê jidayik bûye.

Malbata wê ji Kurdên Elewî ye û ji Dêrsima Bakurê Kurdistanê ye.

Di navbera salên 1998-2003an de li Zanîngeha Katolîk a Leuvenê Hiqûq xwendiye.

Di navbera salên 2003 û 2004an de li zanîngeha Vrije ya Brukselê mastera xwe di beşa Hiqûqa Civakî de domand.

Demîr di sala 2010an de ji Partiya Flaman a Nû (N-VA) ji bo Meclîsa Nûneran a Belcîkayê wekî parlamenter hat hilbijartin.

Zuhal Demîr di Sibata 2017n de li şûna Elke Sleurs bû wezîra dewletê ya Kêmkirina Feqîriyê, Derfetên Wekhev, Kesên Astengdar, Siyaseta Bajarvanî û Siyaseta Zanistî. Her wiha serokatiya stratejiya entegrasyonê ya hikûmeta Flaman jî kiriye.

Ji 2019an ve Wezîra Dad, Jîngeh, Enerjî û Gestyariyê ya Herêma Flamanê ya Belcîkayê ye.

Zuhal Demîr ji ber daxuyaniyên xwe car caran li Tirkiyeyê rastî rexneyan tê.

 

Rudaw

Top